Sira Sibê
Sira sibê li bab û dara hewrê Veciniqî û hişyar bû (heway serê sibay wuşt we, dalê veciniqyaw u bî aya)
Tevziyek da xwe tevziyek kûr û rahişt(tevzi ke da xu, tevzi kew kur u wuşt we)
Bilûre danî ser diranê (bilûre xu kerd fekê xu)
Ji sedsaliyên dûr û ji kezeba kûr sitira(se serrî dur u kezaba kur ra veng da)
Kaniya bin dara hewrê(yeni yo binê dale de)
Bi dengê bilurê re nehwirand(bi vengê bilûrî dir nehwirand)
Hêstir werwirand melûl melûl(hisrî kerdî war melûl melûl)
Dilê heyvaji kovanên xwere(zerrê aşmîzi derdê xurê)
Kerî bi kerî kezext û dirand(lete bi lete tera kerd u perçê kerd)
Bilbilek firî ji hêlîne(bilbilê ke pera alingê xura)
Çu danî li gulya gulê(şi naro serê gulî)
Xonçeyan mijand ji pêsîra xwe
Berda dilê wan ji xuriyê
Dilop dilop niqutî û xurî
Niqut niqut nizilî û xurî
Di dilopa paşî de sefeq beyan bû(dalpew peyînde bi şefaq)
Ji bilûrê his birî kanî xayiş ket(bilûr beweng mend, yeni xayiş kewt)
Li bine kema gulê bilbil ji can bû(bine kema gulîde bilbil zi can bi)
Jînek nû dest pêkir bi sira sibe(pirekêke newera dest pêkerd bi heway serê sibay)
Şefeq zelal xuza xuyan bûn
Gotin: Rojen BARNAS
Musîk: Ciwan Haco
zazakî, zuwanê ma, dimilî. welat, kurdistan, diyarbekîr, licokê. merdim, nan, aw, hewa, zuwan.
Showing posts with label ciwan haco. Show all posts
Showing posts with label ciwan haco. Show all posts
Thursday, April 30, 2009
Sunday, October 14, 2007
destana egîdekî
"lêxin, lêxin hevalno lêxin,
bibarînin bibarînin, birano
ev me çi dihesibînin!"
hemu roj, hemu êvar, hemu şev
wî weha gotibu u gule barandibû
roj qulipîbu ser êvarê, evar ser şevê, şev ser rojê
şer berdewam bu
beden westiyayî, keser giran, birîn kur
mêjî xurt,avur tuj
dil keleha mêrxasiyê bu
lome ji ne şerm bu
ya man ya neman bu
çi ji destê wî, çi ji deste wan dihat...
îxanet li re bu
îxanetê zora welatevîniyê biribu
dor li wan girtî
li jêr esker,
li jor helîkopter
nefes li wan çikyayî bû
li pala çiyayen serîbilind
di gundekî beçare ye kurdistane de
wext, wexta şer, man u nemane bu
"hevalno, em çi bikin...
begavî bextreşî ye, kambaxiya me kurdan e
le, gava begavî li ber deriyan e
wext, wexta jîr u mêrxasan e
wext hatiye; wext, wexta şer e, xurtî u huner e
em penc kes, ew penc hezar kes
em penc hezar dil, ew penc dil
em penc hezar dilen biheq, ew neheq
kî dikare dile bi evîne hildave vegire?
ma ev me çi dihesibînin!.."
yek bi yek li hevalen xwe niherî
ew yek bi yek hembez kirin
bi herdu tiliyên xwe yen deste raste simbele xwe bada
çek, pusat u rextên xwe şidandin berîk ajot deve tifinga xwe 0 got;
"hevalno, ji bîr mekin
em penc hezar dil
penc hezar efsaneyên li ser levan
penc hezar destanên li ser kaxizan in
penc hezar sterken ronîyen kurdan in..."
saw u xofa mirine coş u heyecana liberxwedanê
hebû
li ser berfa gewher renge sor a xwîn 0 tave hebu
"ax.,ev tav",
"eger tava dane evare li me biqulibe
u em xwe bi evare bigihînin
heye ku deriye felatê li me vebe7"
çendîn şere dijwar ew ketibuye
çendîn caran wî îxanet, daf, dek xefik u kemîn dirandibu
ew şervane welatê şervanan
regire bav û kalan bu
"ev çi hale"
"ez evîndar û şerwanê ronahiye
ez dijmine tarî zulmete
ez niha li heviya şeve me"
ew penc kes bun, çar mer u jinek
ku her yek ji derek, le xwedî qederek "
lêdin hevalno lêdin
ma ev me çi dihesibînin!.."
deh bi deh, sed bi sed
teqîna çekan, vizîna gulan bu
ne vîçîna teyran, ne herîna hespan
ne evîna segan, ne meyina berxan
ne jî denge însanan bu
bi tene dengek hebu
zagon, zagona şer u lecan bu
"kî ne ev eskeren ku weha gule li me dibarînin
ji ku ne, li ser axa me çi ji me dixwazin
ma evîn u evîndaren wan
hez u hezkaren wan nîn in
çima ew hez u evîna me tenagihin"
saet çend bu
şeve çima weha mîna bukeke xwe xemilandibû
sterk çima weha ronî
heyv çima weha di lehiya xweşiyê de bu
di vê sar 0 seqemê de çima weha germ bu
"sterken welatê min
heyva erd u axa min"
"hun şahîd in; em ne diz u keleş in
ne pêxas u zikreş in
em evîndaren we, egîden ronahiye ne
eger li me qewimî 0 li vir em bun şehîden we
xebera mêxasiya me bigihînin bi însan u gele me"
"ax li min daye"
çaven wê yen reş mîna çaven xezalan vekirî
deve wê bi ken bu
pore wê belavbûyî , stuye wê gola xwînê bu
wî sere wê danî ser çoga xwe
pişta xwe vekir, li stuye wê bada
bi destan pore wê mist da
bîstekê, bedeng çave wî li ser çaven xezalan ma
çend dilop hestir ji çaven wî ber bi jêr bu
u ew giriya
di bin barana gulan de ew giriya
şev diçu
sterk diçû , heyv diçu
xewna azadiye, heviya felatê diçu
hizr u bîr , serpêhatî 0 jiyaneke ciwan diçu
"xwedeyo...
ji berbanga kurdistan xweştir
ji rojeke nu ya welatê min geştir çi heye!"
"em diçin"
"em diçin, le kîdikare re li berbangen welatê min bigire
kî dikare roja nu li welatê min qedexe bike?
" "em diçin
em diçin, le mîna ku bav u kalan dikirin ji ve roja nu re xêrhatin
ji ve berbanga welatê min re stran u gotin divê"
wext, wexta strane welatê neçar bu
di berbanga sibe de, li sere çiyan
alana denge egîdekî xort bu
"lê lê daye...
lê dayê, sere sibe ye, sibeyeke xweş e
ve sere sibe bayekî sar e, li min serma ye le daye..."
ax le daye
denge top u cebirxanan li ser sînga mine
le dayê, ve sibe çarnikare,ax lê lê dayê
ax lê lê lê daye
hevale eziz
"edî tu çare tune, mirin 0 çuyin li ber me ye
eger em teslîm bin ji, qedera me mirin e
em jî li ser riya kerwana şehîda ne
em hevudu hembez bikin,
heqê xwe ji hev re helal bikin
wext nîn e, berî ku guieyek were
em ber bi gule herin
nav bedengiyeke kur de
wan tifingen xwe dane alî, rextên xwe ji xwe kirin
defter û kaxizen xwe, cil u bergen xwe li ser hev danîn
u li agire wan niherîn
her yekî du bombe,her bombayek li aliyekî navtengan
bi xwe ve giredan 0 disan li hev niherîn
wext hatibû;wext,wexta çuyine bu
ba bu
seqema serê sibê bu
her der spî, her der gewher bu
her der roni, her der muqedes bu
jiyana xort, rojên bihurî bi bîra wi hatibu...
zaroktî, mala mezin, koşka jor
kuçe û kolanen teng, bîren kur
bax u rez, av u çem, gund û zozan
tirî u hejîrên bavu kalan
keskesora barana biharan
denge kahr û berxan
govend bu
jı rojên bihurî govend bi bîre hatibu
dawet u dîlan li dar bu
dinya mîna mehfureke rengîn a kurdî xweş
mîna destaneke kevnar geş bu
ew li sere gowendê bu
coş li ser dil ken li ser ru
ew govenkêşê dîlanê bu
xwendin u dibistan dîsan xwendin u dibistan salen
unîwersîtê
ev hemû, ev hemu niha li bîre wi bu
bîr bubu kevokeka,bi firê ketibu
dinya çiqas xweş, çiqas bedew bu
kirase sipî çiqas li ve axa welatê kurdan hatibu
be çek, bê pûsat,bê kiras 0 be veger
lı ber çaven wi leylana berfa spî
li ser dile wî gurmina denge şehîdan
ma kî u kî li ser ve axê şehîd neketibu
u axa rehmete maç nekiribu...
dinya çiqas xweş, çixas bedew bu
kirase spî çiqas li ve axa welatê kurdan hatibu
wî deste xwe bir ber eniya xwe u ji bo cara dawîn
li dora xwe niherî
li dûr, li dur reşahiya eskeran...
li dûr, li dur teyrekî mezin î spî li firê bu
bi basken spî, ji aliyen çiyan ber bi geliyan
li şahîdiya wê roja nu bu
baskên wî vekirî, çeperast, teyr bi ageh li fire bû
ma jiyan ne mîna fira vî teyrî bu?
ma jiyan ne fireke kurt û xweş li dinyayeke kambax bu?
bîr dîsan li firê bu, hemu jiyan li bîre
mal u malbat, xwîşk u bira
ap u birazî, xal û xwarzî
yek bi yek niha li ber çaven wî bu
diya pîr a porspî li wir, li keleka wî bu
ma wî her u her ji diya pîr a porspî re weha negotibû;
"daye ez bî qurbanê
ez berxê te, çavreşe bave xwe me
iro jiyan e, sibe mirin e, mirin li ser sere me hemûyan e
leledaye...
eger te rojek xebera mirine bihîste
tu bizanibe; min ruye xwe reş nekiriye
berxê te, çavreşe we, reşoye bavo şehîde weletê me ye..."
ba, azman, herd, stêrk, roj, ewr, baran, derd, gul,
dawet, evîn, dayik, zarok, ken, girî, heval, rext, stran,
xew, tarî, bahar, av, çiya, gelî, çem, hêjîr, berû, çav,
dev, por, evîn, dayık, xwîşk, bira, gund, heval, zozan, dinya, evîn, hevî,
dinya, evîn, dayik, hevî, dinya, hêvî evîn... ..................... .................... ...........
şîîr: mehmed uzun
muzik: ciwan haco
bibarînin bibarînin, birano
ev me çi dihesibînin!"
hemu roj, hemu êvar, hemu şev
wî weha gotibu u gule barandibû
roj qulipîbu ser êvarê, evar ser şevê, şev ser rojê
şer berdewam bu
beden westiyayî, keser giran, birîn kur
mêjî xurt,avur tuj
dil keleha mêrxasiyê bu
lome ji ne şerm bu
ya man ya neman bu
çi ji destê wî, çi ji deste wan dihat...
îxanet li re bu
îxanetê zora welatevîniyê biribu
dor li wan girtî
li jêr esker,
li jor helîkopter
nefes li wan çikyayî bû
li pala çiyayen serîbilind
di gundekî beçare ye kurdistane de
wext, wexta şer, man u nemane bu
"hevalno, em çi bikin...
begavî bextreşî ye, kambaxiya me kurdan e
le, gava begavî li ber deriyan e
wext, wexta jîr u mêrxasan e
wext hatiye; wext, wexta şer e, xurtî u huner e
em penc kes, ew penc hezar kes
em penc hezar dil, ew penc dil
em penc hezar dilen biheq, ew neheq
kî dikare dile bi evîne hildave vegire?
ma ev me çi dihesibînin!.."
yek bi yek li hevalen xwe niherî
ew yek bi yek hembez kirin
bi herdu tiliyên xwe yen deste raste simbele xwe bada
çek, pusat u rextên xwe şidandin berîk ajot deve tifinga xwe 0 got;
"hevalno, ji bîr mekin
em penc hezar dil
penc hezar efsaneyên li ser levan
penc hezar destanên li ser kaxizan in
penc hezar sterken ronîyen kurdan in..."
saw u xofa mirine coş u heyecana liberxwedanê
hebû
li ser berfa gewher renge sor a xwîn 0 tave hebu
"ax.,ev tav",
"eger tava dane evare li me biqulibe
u em xwe bi evare bigihînin
heye ku deriye felatê li me vebe7"
çendîn şere dijwar ew ketibuye
çendîn caran wî îxanet, daf, dek xefik u kemîn dirandibu
ew şervane welatê şervanan
regire bav û kalan bu
"ev çi hale"
"ez evîndar û şerwanê ronahiye
ez dijmine tarî zulmete
ez niha li heviya şeve me"
ew penc kes bun, çar mer u jinek
ku her yek ji derek, le xwedî qederek "
lêdin hevalno lêdin
ma ev me çi dihesibînin!.."
deh bi deh, sed bi sed
teqîna çekan, vizîna gulan bu
ne vîçîna teyran, ne herîna hespan
ne evîna segan, ne meyina berxan
ne jî denge însanan bu
bi tene dengek hebu
zagon, zagona şer u lecan bu
"kî ne ev eskeren ku weha gule li me dibarînin
ji ku ne, li ser axa me çi ji me dixwazin
ma evîn u evîndaren wan
hez u hezkaren wan nîn in
çima ew hez u evîna me tenagihin"
saet çend bu
şeve çima weha mîna bukeke xwe xemilandibû
sterk çima weha ronî
heyv çima weha di lehiya xweşiyê de bu
di vê sar 0 seqemê de çima weha germ bu
"sterken welatê min
heyva erd u axa min"
"hun şahîd in; em ne diz u keleş in
ne pêxas u zikreş in
em evîndaren we, egîden ronahiye ne
eger li me qewimî 0 li vir em bun şehîden we
xebera mêxasiya me bigihînin bi însan u gele me"
"ax li min daye"
çaven wê yen reş mîna çaven xezalan vekirî
deve wê bi ken bu
pore wê belavbûyî , stuye wê gola xwînê bu
wî sere wê danî ser çoga xwe
pişta xwe vekir, li stuye wê bada
bi destan pore wê mist da
bîstekê, bedeng çave wî li ser çaven xezalan ma
çend dilop hestir ji çaven wî ber bi jêr bu
u ew giriya
di bin barana gulan de ew giriya
şev diçu
sterk diçû , heyv diçu
xewna azadiye, heviya felatê diçu
hizr u bîr , serpêhatî 0 jiyaneke ciwan diçu
"xwedeyo...
ji berbanga kurdistan xweştir
ji rojeke nu ya welatê min geştir çi heye!"
"em diçin"
"em diçin, le kîdikare re li berbangen welatê min bigire
kî dikare roja nu li welatê min qedexe bike?
" "em diçin
em diçin, le mîna ku bav u kalan dikirin ji ve roja nu re xêrhatin
ji ve berbanga welatê min re stran u gotin divê"
wext, wexta strane welatê neçar bu
di berbanga sibe de, li sere çiyan
alana denge egîdekî xort bu
"lê lê daye...
lê dayê, sere sibe ye, sibeyeke xweş e
ve sere sibe bayekî sar e, li min serma ye le daye..."
ax le daye
denge top u cebirxanan li ser sînga mine
le dayê, ve sibe çarnikare,ax lê lê dayê
ax lê lê lê daye
hevale eziz
"edî tu çare tune, mirin 0 çuyin li ber me ye
eger em teslîm bin ji, qedera me mirin e
em jî li ser riya kerwana şehîda ne
em hevudu hembez bikin,
heqê xwe ji hev re helal bikin
wext nîn e, berî ku guieyek were
em ber bi gule herin
nav bedengiyeke kur de
wan tifingen xwe dane alî, rextên xwe ji xwe kirin
defter û kaxizen xwe, cil u bergen xwe li ser hev danîn
u li agire wan niherîn
her yekî du bombe,her bombayek li aliyekî navtengan
bi xwe ve giredan 0 disan li hev niherîn
wext hatibû;wext,wexta çuyine bu
ba bu
seqema serê sibê bu
her der spî, her der gewher bu
her der roni, her der muqedes bu
jiyana xort, rojên bihurî bi bîra wi hatibu...
zaroktî, mala mezin, koşka jor
kuçe û kolanen teng, bîren kur
bax u rez, av u çem, gund û zozan
tirî u hejîrên bavu kalan
keskesora barana biharan
denge kahr û berxan
govend bu
jı rojên bihurî govend bi bîre hatibu
dawet u dîlan li dar bu
dinya mîna mehfureke rengîn a kurdî xweş
mîna destaneke kevnar geş bu
ew li sere gowendê bu
coş li ser dil ken li ser ru
ew govenkêşê dîlanê bu
xwendin u dibistan dîsan xwendin u dibistan salen
unîwersîtê
ev hemû, ev hemu niha li bîre wi bu
bîr bubu kevokeka,bi firê ketibu
dinya çiqas xweş, çiqas bedew bu
kirase sipî çiqas li ve axa welatê kurdan hatibu
be çek, bê pûsat,bê kiras 0 be veger
lı ber çaven wi leylana berfa spî
li ser dile wî gurmina denge şehîdan
ma kî u kî li ser ve axê şehîd neketibu
u axa rehmete maç nekiribu...
dinya çiqas xweş, çixas bedew bu
kirase spî çiqas li ve axa welatê kurdan hatibu
wî deste xwe bir ber eniya xwe u ji bo cara dawîn
li dora xwe niherî
li dûr, li dur reşahiya eskeran...
li dûr, li dur teyrekî mezin î spî li firê bu
bi basken spî, ji aliyen çiyan ber bi geliyan
li şahîdiya wê roja nu bu
baskên wî vekirî, çeperast, teyr bi ageh li fire bû
ma jiyan ne mîna fira vî teyrî bu?
ma jiyan ne fireke kurt û xweş li dinyayeke kambax bu?
bîr dîsan li firê bu, hemu jiyan li bîre
mal u malbat, xwîşk u bira
ap u birazî, xal û xwarzî
yek bi yek niha li ber çaven wî bu
diya pîr a porspî li wir, li keleka wî bu
ma wî her u her ji diya pîr a porspî re weha negotibû;
"daye ez bî qurbanê
ez berxê te, çavreşe bave xwe me
iro jiyan e, sibe mirin e, mirin li ser sere me hemûyan e
leledaye...
eger te rojek xebera mirine bihîste
tu bizanibe; min ruye xwe reş nekiriye
berxê te, çavreşe we, reşoye bavo şehîde weletê me ye..."
ba, azman, herd, stêrk, roj, ewr, baran, derd, gul,
dawet, evîn, dayik, zarok, ken, girî, heval, rext, stran,
xew, tarî, bahar, av, çiya, gelî, çem, hêjîr, berû, çav,
dev, por, evîn, dayık, xwîşk, bira, gund, heval, zozan, dinya, evîn, hevî,
dinya, evîn, dayik, hevî, dinya, hêvî evîn... ..................... .................... ...........
şîîr: mehmed uzun
muzik: ciwan haco
Thursday, September 13, 2007
dîyalog
DÎALOG
"Bi sûnd bi peyman
ezê nehêlim kûç li ser kûç
kit jê nahêlim
ezê bajar bikim
dojeha li ser riwê erdê
da gawir vegerine
ser riya 'Ata' yê mezin
bere êdî Şirnex bêje
xwezî bi Dêrsim Geliyê Zîlan
xwezî bi Helepçe
De lêxin gurên boz lêxin
kit ji wan nehêlin
Bira zanibin
Cihê şûrê me lê bilind bibe
ti seri xwe ranakin
dixindirine newala
lêxin 'Aslanlar' lêxin
mizgîniya mirinê bighênine
Qulpê û xwişkmakên wê
Bêjin vaye hat mirina zer
bere ev çiya û zinar
nasbikin ez kime
ezim "Sayar"im
neviyê 'Xanê' mazin
yê 'Ata' û yê 'lsmet'"
"Pesnê xwe nede
xezeba te ji tirsa nava te ye
Alem pesnê xwe bi mirovaniyê
dilovaniyê zanyariyê dide
tu bi şûr
min gelek dîtin bahozên zer
li vî erdi gelek nîv-mirov
di çav xwe de fêris
di nava xwe de newêrek û bêbext
derbas bûne
gelek hatine bablisokên zer
te basa xanê mezin
'Ata' û 'lsmet' kir
ew hatin û çûn
lê ez li vir im ez li vir im
Li şernexê, Nisêbînê û Qulpê
ez li vir im
li ber diwarê birca Amed
ez livir im
mîna sûrhê me li ser singa te
mîna direhê me di gewriya te de
di çavên te de bablîsoka ji agir im
li vir im
mîna sûrhê me li ser singa te
birçî, tazî, bi der
serê xwe natewênim
sirûda welat dixwînim
kolanan dadigrim
bi rê ketiyê 'meşa azadiyê"
zindan min kiriye mala rûmetê
dibistana şorêşê
ez li vir im
bûme dîwarê qalind li ser singa te
li vir im
nobedarê dara gwizê me
tiwa li hewşê
nobedarê tenûra dayika şêrin im ez
ez li vir im
Hevîrtirşim di legena hevirê welat de
ez dipêjim nanê kurdayetiyê
asabên min ji cemed e
kûrha Agirî
di dilê min de dojeha sor
dema ez tî dibim latê diguvêşim
ax nanê min e eger birçî bim
lê dîsa li vir im
bar nakim her li vir im
sûrha giran im li ser singa te
ez baz im û hêlîna min
Bagok û Herekol e
ez pêşmerge me Egîd im
dîwarê qalind im li ser bedena te
Bipirse ji Îskenderê Mezin
ewê bêje te çend dijware tîra min
ewê bêje te çîroka min
ev çiya carekê rabûne ku hew bitewin
ez li vir im
Sûrhim li ser singa te
li vir im û bang dikim birayên xwe
li pişta xetê
li başûr li bareş
were ba min
ka destê xwe
pişta te me "Sûrha Çîn"
bawer meke gotinên marê zer
"rih dibê bost, lê dijmin nabê dost"
Paşayâ Kor
Mirê Rewandiz
mîna Bedirxanê Botan
negotin , bakur û başûr
dane ber xwe
ji Dêrsim heta bi Mûsil
Gotin: 'Em in lawên Mezopotamya
em in lawên Kurdistan
em in lawên Kurdistan'
(Goran Haco)
ciwan haco
"Bi sûnd bi peyman
ezê nehêlim kûç li ser kûç
kit jê nahêlim
ezê bajar bikim
dojeha li ser riwê erdê
da gawir vegerine
ser riya 'Ata' yê mezin
bere êdî Şirnex bêje
xwezî bi Dêrsim Geliyê Zîlan
xwezî bi Helepçe
De lêxin gurên boz lêxin
kit ji wan nehêlin
Bira zanibin
Cihê şûrê me lê bilind bibe
ti seri xwe ranakin
dixindirine newala
lêxin 'Aslanlar' lêxin
mizgîniya mirinê bighênine
Qulpê û xwişkmakên wê
Bêjin vaye hat mirina zer
bere ev çiya û zinar
nasbikin ez kime
ezim "Sayar"im
neviyê 'Xanê' mazin
yê 'Ata' û yê 'lsmet'"
"Pesnê xwe nede
xezeba te ji tirsa nava te ye
Alem pesnê xwe bi mirovaniyê
dilovaniyê zanyariyê dide
tu bi şûr
min gelek dîtin bahozên zer
li vî erdi gelek nîv-mirov
di çav xwe de fêris
di nava xwe de newêrek û bêbext
derbas bûne
gelek hatine bablisokên zer
te basa xanê mezin
'Ata' û 'lsmet' kir
ew hatin û çûn
lê ez li vir im ez li vir im
Li şernexê, Nisêbînê û Qulpê
ez li vir im
li ber diwarê birca Amed
ez livir im
mîna sûrhê me li ser singa te
mîna direhê me di gewriya te de
di çavên te de bablîsoka ji agir im
li vir im
mîna sûrhê me li ser singa te
birçî, tazî, bi der
serê xwe natewênim
sirûda welat dixwînim
kolanan dadigrim
bi rê ketiyê 'meşa azadiyê"
zindan min kiriye mala rûmetê
dibistana şorêşê
ez li vir im
bûme dîwarê qalind li ser singa te
li vir im
nobedarê dara gwizê me
tiwa li hewşê
nobedarê tenûra dayika şêrin im ez
ez li vir im
Hevîrtirşim di legena hevirê welat de
ez dipêjim nanê kurdayetiyê
asabên min ji cemed e
kûrha Agirî
di dilê min de dojeha sor
dema ez tî dibim latê diguvêşim
ax nanê min e eger birçî bim
lê dîsa li vir im
bar nakim her li vir im
sûrha giran im li ser singa te
ez baz im û hêlîna min
Bagok û Herekol e
ez pêşmerge me Egîd im
dîwarê qalind im li ser bedena te
Bipirse ji Îskenderê Mezin
ewê bêje te çend dijware tîra min
ewê bêje te çîroka min
ev çiya carekê rabûne ku hew bitewin
ez li vir im
Sûrhim li ser singa te
li vir im û bang dikim birayên xwe
li pişta xetê
li başûr li bareş
were ba min
ka destê xwe
pişta te me "Sûrha Çîn"
bawer meke gotinên marê zer
"rih dibê bost, lê dijmin nabê dost"
Paşayâ Kor
Mirê Rewandiz
mîna Bedirxanê Botan
negotin , bakur û başûr
dane ber xwe
ji Dêrsim heta bi Mûsil
Gotin: 'Em in lawên Mezopotamya
em in lawên Kurdistan
em in lawên Kurdistan'
(Goran Haco)
ciwan haco
bilûra min
BILÛRA MIN
Bilûra min a şîrîn
tu di sariya sibehê
û hingûra êvarê de
hevalê bêhevalan,
destbirayê şivan û dilketiyan î.
Dengê te
hêstirên dilên xemgîran,
silava ji hev-veqetiyan,
girîn û zarîna dilketiyan
tîne bîra min.
bilûra min tu î,
xemrevîna terkeserên dinyayê!
Dengê bilûra min,
çiya û zozanên bilind,
kaniyên bi gul û rihan dorgirtî,
guhê şkeft û serê zinaran
guhdarên te ne!
û sira bayê xerbî
te di nav pelên darê de digerîne.
Bilûra min, were emê
bi wî çiyayê bilind re
bi hewa kevin,
û bibin cîranê bayên xurt
û hevalê kimtên wan
yên bi mij û dûman,
û tê de dengê xwe berdin,
û zarîna dengê me
bikeve nav kortal û geliyan
û bêcaniya erdên jêrîn
bihejîne;
û pêlên ava heftreng
ên xemzebaz
nalîna me bigehîne
deşta Sirûç û Diyarbekrê;
û beriya mêrxasên Berazan;
û kalîna berxan
tev şehîna hespan
li me vegerînin.
Bilûra min, binêre û bibihîze!
Roj çû ava,
stêra êvarê bû geş,
kolosên çiyan ên gewr
û hewraniyên wan ên sor û zêrîn
bûne çûn;
û pêlên ava şevê ên reş
ketine deşt û newalan
heta rûyê gir û kepezan.
Di qeraca de
kevir piyê şevgera dixapînin
û bêdengiya şevê de
pêjna lingên mêrxasan tê.
Bilûra min,
dengê xwe berde!
Dinya, mîna zarokekî berşîr,
ket dergûşa xwe;
Dengê xwe berde, bilûra min,
û jê re bilorîne,
xema wê birevîne!
Bilûra min tu î.
Xemrevîna terkeserên dinyayê;
û li rohelatî
dema ko dinya hişyar dibe
ji xew radibe
ji me re
strana azadî û serbestiya
Kurdistanê
binehwirîne,
û dengê wê stranê, bila,
mîna tîrêjên rojê ên pak û zêrîn
bikeve nav dil û guhên me.
Bilûra min,
Tu î xemrevîna dilketiyên welêt.
(Celadet Elî Bedirxan)
ciwan haco
Bilûra min a şîrîn
tu di sariya sibehê
û hingûra êvarê de
hevalê bêhevalan,
destbirayê şivan û dilketiyan î.
Dengê te
hêstirên dilên xemgîran,
silava ji hev-veqetiyan,
girîn û zarîna dilketiyan
tîne bîra min.
bilûra min tu î,
xemrevîna terkeserên dinyayê!
Dengê bilûra min,
çiya û zozanên bilind,
kaniyên bi gul û rihan dorgirtî,
guhê şkeft û serê zinaran
guhdarên te ne!
û sira bayê xerbî
te di nav pelên darê de digerîne.
Bilûra min, were emê
bi wî çiyayê bilind re
bi hewa kevin,
û bibin cîranê bayên xurt
û hevalê kimtên wan
yên bi mij û dûman,
û tê de dengê xwe berdin,
û zarîna dengê me
bikeve nav kortal û geliyan
û bêcaniya erdên jêrîn
bihejîne;
û pêlên ava heftreng
ên xemzebaz
nalîna me bigehîne
deşta Sirûç û Diyarbekrê;
û beriya mêrxasên Berazan;
û kalîna berxan
tev şehîna hespan
li me vegerînin.
Bilûra min, binêre û bibihîze!
Roj çû ava,
stêra êvarê bû geş,
kolosên çiyan ên gewr
û hewraniyên wan ên sor û zêrîn
bûne çûn;
û pêlên ava şevê ên reş
ketine deşt û newalan
heta rûyê gir û kepezan.
Di qeraca de
kevir piyê şevgera dixapînin
û bêdengiya şevê de
pêjna lingên mêrxasan tê.
Bilûra min,
dengê xwe berde!
Dinya, mîna zarokekî berşîr,
ket dergûşa xwe;
Dengê xwe berde, bilûra min,
û jê re bilorîne,
xema wê birevîne!
Bilûra min tu î.
Xemrevîna terkeserên dinyayê;
û li rohelatî
dema ko dinya hişyar dibe
ji xew radibe
ji me re
strana azadî û serbestiya
Kurdistanê
binehwirîne,
û dengê wê stranê, bila,
mîna tîrêjên rojê ên pak û zêrîn
bikeve nav dil û guhên me.
Bilûra min,
Tu î xemrevîna dilketiyên welêt.
(Celadet Elî Bedirxan)
ciwan haco
Subscribe to:
Posts (Atom)