Friday, September 28, 2007

şiye

Şiye
Şiye…
Şiye vêrde bone ma ra şiye,
Zere ma ra goni şiye,
Wax şiye…
Şiya verasani serdina,
Şiye ma re zaf derdina,
Heylo heylo zaf derdina,
La lawo şiye ma re merdana,
Şiye…
Vergi siya sari pine şiye,
Vereki tebel ra bel biye,
Wax şiye…
Şiya verasani serdina,
Şiye ma re zaf derdina,
Heylo heylo zaf derdina,
La lawo şiye ma re merdana

Qese û Muzîk: Mikail Aslan
ronibaran.de

Thursday, September 27, 2007

kenî

çuma mola Awdo Duro(şiya kê Awdo Duro)
oniye bar ma nonê huro(ard verê min nano werdî)
min hin xor hin kira turo(min henî verd heni kerd turo)

çuma mola Awdo Bakir(şiya kê Awdo Bakir)
oniye bar mi gollik û şakir(ard verê min golik û şekir)
mi şakir xor gollik nasnakir(min şekir verd golik nasnêkerd)

çuma mola Hasî Pisî(şiya kê Hasê Pîsî)
oniye bar mi nonê tisî(ard verê min nano zuwa)
ov tunawu az fetisîm(aw çinebî ez fetesyawa)

dor:elbîstan
ISRC 017-07-01698

xema çel meqamî
besê aslan

Monday, September 24, 2007

serê koy

gava ez kicebîya, wext 1990hezarunewseyuneway-92newayudi de ma bağlerande niştene ro. ewçağ wexte serfirazî bî, merdim şîne serê koy, ma vatene mago bixelesyîn, mago bibin azad. binê banemade walî abe niştene ro, dewecê ma bî, êzî kerarê xu dabî u şîne serê koy, minzî açaği babe xura persay,
-walî şino ça?
-serê koy
-ezo kinga şorî?

Saturday, September 22, 2007

tâm

tâmê heme çî weşo.
egir ti bizanê u biwazê bitamnê.

Friday, September 21, 2007

dadakêze

dadakêze hamakî yena vîrê min, way daymale bî, kecay zî yenîbeyran debî.

Tuesday, September 18, 2007

Thursday, September 13, 2007

dîyalog

DÎALOG

"Bi sûnd bi peyman
ezê nehêlim kûç li ser kûç
kit jê nahêlim
ezê bajar bikim
dojeha li ser riwê erdê
da gawir vegerine
ser riya 'Ata' yê mezin
bere êdî Şirnex bêje
xwezî bi Dêrsim Geliyê Zîlan
xwezî bi Helepçe
De lêxin gurên boz lêxin
kit ji wan nehêlin
Bira zanibin
Cihê şûrê me lê bilind bibe
ti seri xwe ranakin
dixindirine newala
lêxin 'Aslanlar' lêxin
mizgîniya mirinê bighênine
Qulpê û xwişkmakên wê
Bêjin vaye hat mirina zer
bere ev çiya û zinar
nasbikin ez kime
ezim "Sayar"im
neviyê 'Xanê' mazin
yê 'Ata' û yê 'lsmet'"

"Pesnê xwe nede
xezeba te ji tirsa nava te ye
Alem pesnê xwe bi mirovaniyê
dilovaniyê zanyariyê dide
tu bi şûr
min gelek dîtin bahozên zer
li vî erdi gelek nîv-mirov
di çav xwe de fêris
di nava xwe de newêrek û bêbext
derbas bûne

gelek hatine bablisokên zer
te basa xanê mezin
'Ata' û 'lsmet' kir
ew hatin û çûn
lê ez li vir im ez li vir im

Li şernexê, Nisêbînê û Qulpê
ez li vir im
li ber diwarê birca Amed
ez livir im
mîna sûrhê me li ser singa te
mîna direhê me di gewriya te de
di çavên te de bablîsoka ji agir im
li vir im
mîna sûrhê me li ser singa te
birçî, tazî, bi der
serê xwe natewênim
sirûda welat dixwînim
kolanan dadigrim
bi rê ketiyê 'meşa azadiyê"
zindan min kiriye mala rûmetê
dibistana şorêşê
ez li vir im
bûme dîwarê qalind li ser singa te
li vir im
nobedarê dara gwizê me
tiwa li hewşê
nobedarê tenûra dayika şêrin im ez
ez li vir im

Hevîrtirşim di legena hevirê welat de
ez dipêjim nanê kurdayetiyê
asabên min ji cemed e
kûrha Agirî
di dilê min de dojeha sor
dema ez tî dibim latê diguvêşim
ax nanê min e eger birçî bim
lê dîsa li vir im
bar nakim her li vir im
sûrha giran im li ser singa te
ez baz im û hêlîna min
Bagok û Herekol e
ez pêşmerge me Egîd im
dîwarê qalind im li ser bedena te
Bipirse ji Îskenderê Mezin
ewê bêje te çend dijware tîra min
ewê bêje te çîroka min
ev çiya carekê rabûne ku hew bitewin
ez li vir im

Sûrhim li ser singa te
li vir im û bang dikim birayên xwe
li pişta xetê
li başûr li bareş
were ba min
ka destê xwe
pişta te me "Sûrha Çîn"
bawer meke gotinên marê zer
"rih dibê bost, lê dijmin nabê dost"
Paşayâ Kor
Mirê Rewandiz
mîna Bedirxanê Botan
negotin , bakur û başûr
dane ber xwe
ji Dêrsim heta bi Mûsil
Gotin: 'Em in lawên Mezopotamya
em in lawên Kurdistan
em in lawên Kurdistan'

(Goran Haco)


ciwan haco

bilûra min

BILÛRA MIN

Bilûra min a şîrîn
tu di sariya sibehê
û hingûra êvarê de
hevalê bêhevalan,
destbirayê şivan û dilketiyan î.
Dengê te
hêstirên dilên xemgîran,
silava ji hev-veqetiyan,
girîn û zarîna dilketiyan
tîne bîra min.
bilûra min tu î,
xemrevîna terkeserên dinyayê!

Dengê bilûra min,
çiya û zozanên bilind,
kaniyên bi gul û rihan dorgirtî,
guhê şkeft û serê zinaran
guhdarên te ne!
û sira bayê xerbî
te di nav pelên darê de digerîne.

Bilûra min, were emê
bi wî çiyayê bilind re
bi hewa kevin,
û bibin cîranê bayên xurt

û hevalê kimtên wan
yên bi mij û dûman,
û tê de dengê xwe berdin,
û zarîna dengê me
bikeve nav kortal û geliyan
û bêcaniya erdên jêrîn
bihejîne;
û pêlên ava heftreng
ên xemzebaz
nalîna me bigehîne
deşta Sirûç û Diyarbekrê;
û beriya mêrxasên Berazan;
û kalîna berxan
tev şehîna hespan
li me vegerînin.

Bilûra min, binêre û bibihîze!
Roj çû ava,
stêra êvarê bû geş,
kolosên çiyan ên gewr
û hewraniyên wan ên sor û zêrîn
bûne çûn;
û pêlên ava şevê ên reş
ketine deşt û newalan
heta rûyê gir û kepezan.
Di qeraca de
kevir piyê şevgera dixapînin
û bêdengiya şevê de
pêjna lingên mêrxasan tê.

Bilûra min,
dengê xwe berde!
Dinya, mîna zarokekî berşîr,
ket dergûşa xwe;
Dengê xwe berde, bilûra min,
û jê re bilorîne,
xema wê birevîne!
Bilûra min tu î.

Xemrevîna terkeserên dinyayê;
û li rohelatî
dema ko dinya hişyar dibe
ji xew radibe
ji me re
strana azadî û serbestiya
Kurdistanê
binehwirîne,
û dengê wê stranê, bila,
mîna tîrêjên rojê ên pak û zêrîn
bikeve nav dil û guhên me.
Bilûra min,
Tu î xemrevîna dilketiyên welêt.

(Celadet Elî Bedirxan)

ciwan haco

Monday, September 10, 2007

Kûsiyan jî dikarin bifirin

agrin, dadî u babecay askere saddamî kişte.
paştecayde zî barê dînyayke verdayê u şiyê cağnmew u siya.
derdê kurdan u derdê tutan...
şer her wext xirabo...


Friday, September 07, 2007

nergîz

ena dêrê tutîtî min bi.

nergîz.


oy nergîz nergîz nergîz na ri ciwanê
oy nergîz nergîz nergîz sor gulê berîvanê

nergîza sere çîyan
nergîz na ri ciwane
delal u ber kûvîyan
sor gule berîvane

nergîz a kûvî berfin
me dila gul u evin
sor gule berîvane



Rastê vateyê dêre anakî yo :))

Oy nergiz
Oy nergîz nergîz nergîz
Nergîzê narê cîwanê
Oy nergîz nergîz nergîz
Sorgulê Berîvanê

Ez nergîza çîyayê sorim nergîzê narê cîwanê
Ez nergîza çîyayê sorim sorgulê Berîvanê
Zozan zozan dimorim nergîzê narê narê cîwanê
Zozan zozan dimorim sorgulê Berîvanê

Ez nergîza çîyayê reşim nergîzê narê cîwanê
Ez nergîza çîyayê reşim sorgulê Berîvanê
Zozan zozan dimeşim nergîzê narê cîwanê
Zozan zozan dimeşim sorgulê Berîvanê
(Çime: http://www.ronibaran.de/tevlihev.html)

Wednesday, September 05, 2007

leyla işxan

vengekê pak u delal, ana zerrey kiçî paretneno, çimê cay mane çimê xezalan.

goştarî bikerê...


way malino...
heval.org

Sunday, September 02, 2007

meymanîye

Tifinge cîgera mi nawo oncîa rekeno
Asme ma sero oncîa bîya tarîye
Dayê ti merdena mi ver mekoye
Ezo welatê xorê, dayê, amo meymanîye

Awake kerda mi ver
Dar u kemer vîrî nêkero
Derdê cigera mirê
Teyr u tur amora zu
Cenc u xortê ma kîştê
Cer u cor têrde kerdê rêze
Ezo welatê xorê, dayê, amo meymanîye

umut altınçağ