Thursday, September 13, 2007

dîyalog

DÎALOG

"Bi sûnd bi peyman
ezê nehêlim kûç li ser kûç
kit jê nahêlim
ezê bajar bikim
dojeha li ser riwê erdê
da gawir vegerine
ser riya 'Ata' yê mezin
bere êdî Şirnex bêje
xwezî bi Dêrsim Geliyê Zîlan
xwezî bi Helepçe
De lêxin gurên boz lêxin
kit ji wan nehêlin
Bira zanibin
Cihê şûrê me lê bilind bibe
ti seri xwe ranakin
dixindirine newala
lêxin 'Aslanlar' lêxin
mizgîniya mirinê bighênine
Qulpê û xwişkmakên wê
Bêjin vaye hat mirina zer
bere ev çiya û zinar
nasbikin ez kime
ezim "Sayar"im
neviyê 'Xanê' mazin
yê 'Ata' û yê 'lsmet'"

"Pesnê xwe nede
xezeba te ji tirsa nava te ye
Alem pesnê xwe bi mirovaniyê
dilovaniyê zanyariyê dide
tu bi şûr
min gelek dîtin bahozên zer
li vî erdi gelek nîv-mirov
di çav xwe de fêris
di nava xwe de newêrek û bêbext
derbas bûne

gelek hatine bablisokên zer
te basa xanê mezin
'Ata' û 'lsmet' kir
ew hatin û çûn
lê ez li vir im ez li vir im

Li şernexê, Nisêbînê û Qulpê
ez li vir im
li ber diwarê birca Amed
ez livir im
mîna sûrhê me li ser singa te
mîna direhê me di gewriya te de
di çavên te de bablîsoka ji agir im
li vir im
mîna sûrhê me li ser singa te
birçî, tazî, bi der
serê xwe natewênim
sirûda welat dixwînim
kolanan dadigrim
bi rê ketiyê 'meşa azadiyê"
zindan min kiriye mala rûmetê
dibistana şorêşê
ez li vir im
bûme dîwarê qalind li ser singa te
li vir im
nobedarê dara gwizê me
tiwa li hewşê
nobedarê tenûra dayika şêrin im ez
ez li vir im

Hevîrtirşim di legena hevirê welat de
ez dipêjim nanê kurdayetiyê
asabên min ji cemed e
kûrha Agirî
di dilê min de dojeha sor
dema ez tî dibim latê diguvêşim
ax nanê min e eger birçî bim
lê dîsa li vir im
bar nakim her li vir im
sûrha giran im li ser singa te
ez baz im û hêlîna min
Bagok û Herekol e
ez pêşmerge me Egîd im
dîwarê qalind im li ser bedena te
Bipirse ji Îskenderê Mezin
ewê bêje te çend dijware tîra min
ewê bêje te çîroka min
ev çiya carekê rabûne ku hew bitewin
ez li vir im

Sûrhim li ser singa te
li vir im û bang dikim birayên xwe
li pişta xetê
li başûr li bareş
were ba min
ka destê xwe
pişta te me "Sûrha Çîn"
bawer meke gotinên marê zer
"rih dibê bost, lê dijmin nabê dost"
Paşayâ Kor
Mirê Rewandiz
mîna Bedirxanê Botan
negotin , bakur û başûr
dane ber xwe
ji Dêrsim heta bi Mûsil
Gotin: 'Em in lawên Mezopotamya
em in lawên Kurdistan
em in lawên Kurdistan'

(Goran Haco)


ciwan haco

No comments: