Wednesday, October 17, 2007

Tehsînê Pasûrî

eyro min netkurd de xeberekî wend, dengbejekey diyarbekirî nameycê Tehsînê Pasûrî, sere mehmed uzunîde kilamê ke wendo, zerre kiçi veyşnena, şimazî goştarî bikerê

...

Jİ BONA MEMED UZUN


Mêrê çê bimire navê wî dimîne li dinyayê

Sed heyf û sed yazoxa Memed Uzun yaziya wî maye li Emrîqa, li Awrûpa, li Çînê, li Hindistanê, li Rûsyayê

Sed heyf û sed yazoxa Memed Uzun çûye indî nayê

Heta em sax bin li dem û dewrana darê vê dinyayê kula Memed Uzun kulka giran e ji dilê me dernayê


Biçûma kavila Amedê bişewite li hamber e

Îsal sî sal e Memed Uzun ji memleket sirgûn kirine, kirine dere

Memed Uzun digere li welatê Emrîqa, li Awrûpa, li Çînê, li Hindistanê , li Rûsya digere der bi dere

Cabka nebxêrê hatiye dibê Memed Uzun nexweş e şiyandin kavila Amedê Nexweşxana Venî Vîdîyê, prefesor û doçent li ser top bûne dibên nexweşîna Memed Uzun ne nexweşîn e, kul û derd e tev keder e

Ez ê biçûma kavila Amedê serejêr e

Mi dî dixtor û tebîbê Diyarbekir li Xestexana Venî Vîdîyê li ser kekê Memed Uzun top bûne, li fîlimê wî nihêrtin, tehlîlê wî qontrol kirin, mi dî devê xu dabûn ber hevdû digotin nexweşîna Memed Uzun zor e, êşa wî qanser e


Ez ê biçûma kavila Amedê bi dar û bî ne

Mi dî li ber Nexweşxana Venî Vîdîye milet top bûye tevî dixtor û tebîba, mi go çi bû çi qewimî, go mala te mîrato Memed Uzun nexweş e, halê wî tinîne

Sed koraya Memed Uzun çawa şeva Eydiya Remezanê emrê Xwedê bi cî tîne.

http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=9260

No comments: