Wednesday, August 20, 2008

gulfiroş

Ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî,(Ez hewnra bîya aya, gulfiroşêke dî)
Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî. (Zaf zaf şa bîya, gul dana bi dil)
Gul bi dil didî.(Gul dana bi dil)

Hebû me yek dil, tev jan û kul bû,(Bîbî habêke dilêmin, heme derd u kul bî)
Ne bûme bawer, gul bi dil bidî.(Ez nêbiya bawer, gul dana bi dil)
Gul bi dil bidî.(Gul dana bi dil)

Bazar me kir go, ser bi ser nadim,(Ma bazar kerd va, ser bi ser nêdana)
Ê gulperest bî, can û dil didî.(Ê gurkî gulperestî bê, can u dil danê)
Can û dil didî.(Can u dil danê)

Min go kî didî. Can û dil bi gul,(Min va kam dano. Can u dil bi gul)
Go ev bazar e, dil bi kul didî.(Va eno bazarê mawo, dil bi kul danê)
Dil bi kul didî.(Dil bi kul danê)

Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn,(Min can u dil da, dil kerd qîrîn)
Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî.(Va ho Cegerxwîn, dil dano bi gul)
Dil bi gul didî.(Dil dano bi gul)

No comments: