Thursday, June 21, 2007

bê zeman, bê ziman...

gûliyên dara dil şikestin, birîndar im wey
ev heft sal e li benda te mam, ne dildar im wey
hemû bajar di xew ve çû, ez hişyar im
diyar diyar geriyam dîsa di hepsa te de mam

ezman şîn e dinya min tarî
rûyê'm di ken e, dilê'm bi girî
dem bihurî, dinya guherî
ez di cî de mam

xwazî tû'j xwe'r dilşa bûyî, lê ez poşman im
nizanim li kû me, bê zeman u bê ziman im
li dûr jî li welat jî ez biyan im
stran stran naliyam dîsa bi êşa xwe ve mam

dinya xweş e lê bi min na
bihar hatiye ji bo min na
min dil da te min rû da te
çima bi tenê mam?

mehmet atli.

No comments: